Ji bo deverên Kurdistanî 2 lîwayên hevbeş tên damezrandin

.

Şanda Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo pêkanîna hêzên hevbeş civiyan û biryar dan ku du lîwayên hevbeş ji bo kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê damezrînin.

Şanda Bilind a Hemahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevbeş ên Iraqê Îro sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê li ser mekanîzmaya pêkanîna du lîwayên hevbeş ji bo kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan.

Şanda Bilind a Hemahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serokerkan Cemal Mihemed serokatiya û  Şanda Bilind a Hêzên Hevbeş ên Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr El Şemerî di civînê de amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Navenda Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî amade bûn, behsa pêngavên dawî yên avakirina du lîwayên hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de hat kirin

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku ev herdu lîwayan bi tijekirin û encamdana operasyonên serbazî li wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye yên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tên damezrandin.

Herwiha di wê kombûnê de behsa birêvebirina bingehên hevbeş ên hevkarîyê yên di navbera herdu alîyan jî hat kirin.

Di beşeke din ya civînê de behsa "serkeftina prosesa beriya hilbijartinan ya Îraqê û serkeftina pilana ewlekariya hilbijartinan" hat kirin.

Di evê kombûnê de amaje bi wê yekê jî hat kirin, ku hêzên hevpeymanan soz dane ku li ser piştevanîya hêzên pêşmerge û hêzên asayişa Iraqê berdewam bin û bi taybetî jî ji bo damezrandina du lîwayên hevbeş.

Hat zanîn ku herdu alîyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî û karê hevbeş kirin.

Kurdistan Haberleri

PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Mehmet Kaya: Vakifbankê kredî daye qeyûm, nedaye karsazan
Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin
HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike
3 welatên Ewropayê dê vîzeya Schengenê nedin Tirkiyeyê