- Weşanên Avestayê pirtûkeke nû ya bi navê “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” çap kir.
Ev ferheng bi sê zimanan (Kurdî, Îngilîzî û Tirkî) hatiye amadekirin û tê de 2 hezar û 755 têgihên zanistî cih digirin.
Weşanên Avestayê li ser weşandina ferhengê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ev berhem encama 10 salan a lêkolîn û tecrubeya kovara Psychology Kurdiyê ye.
Hat destnîşankirin ku derûnnasî wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirovan re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve.
Çavkaniyeke bingehîn ji bo pisporan
Ji bo ku ferheng bi hêsanî were bikaranîn, bi awayê 3 beşan hatiye amadekirin.
Beşên ferhengê wekî Kurdî-Îngilîzî-Tirkî, Îngilîzî-Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî-Îngilîzî hatine rêzkirin.
Armanca vê xebatê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn.
Her wiha hat eşkerekirin ku ev ferheng nîşan dide ku Kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire.
Amadekarên ferhengê kî ne?
Ferhenga ku ji 392 rûpelan pêk tê, ji aliyê tîmeke pispor ve hatiye amadekirin.
Di nav amadekarên pirtûkê de Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Dogan, Gulperî Gunduz, Leyla Turhan û Azad Dildar cih digirin.
Weşanên Avestayê ragihand ku her peyva di ferhengê de, gaveke ji bo avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê Kurd e.
Tê hêvîkirin ku xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî ji vê çavkaniyê sûdê wergirin.