Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*

.

Arif Qurbanî

Her çend berpirs û desthilatdarên Herêma Kurdistanê naxwazin li wê rastiyê mikur werin ku Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û îdarî ve di qeyranê de ye û zêde nemaye ku rastî xitimînê were lê mikurnehatina wan nayê wateya ku lîstina bi demê dê Kurdistanê ji wê arîşeya ku PDK û YNKyê ji bo ezmûna Başûrê Kurdistanê çêkirine, rizgar bike.

Ji hêla siyasî ve, qet bi qasî niha ne tevlîhev û çelexwarî bûye, tewra di wan serdeman de jî ku şerê navxweyî hebû, rewşa siyasî ya Kurdistanê wekî vêga ji hev ne belawela û veqetiyayî bû, çimkî wê çaxê bi hikmê cografyayê, dabeşbûna siyasî wekî du bereyên siyasî li ser navçeya zer û kesk dabeş bûbûn, ango Kurdistan ji aliyê siyasî ve du bere û du arasteyên siyasî bû.

Qonaxa piştî hevrikiya PDK û YNKyê ku rewşê ew ber bi peymana stratejîk ve birin, wê demê jî PDK û YNKyê di bereyekê de û hêzên siyasî yên din wekî bereyeke din a opozisyonê di qada siyasî ya herêmê de kar dikir.

Lê halê hazir wekî Kurd dibêjin 'her yek li tembûrekê dixe', ne PDK û YNKyê ku hê jî hevbeşên desthilatdariyê ne, di bereyeke siyasî de bi hev re mane, ne jî hêzên din wekî serdema şerê navxweyî li ser du arasteyên cuda yên PDK û YNKyê dabeş bûne û ne jî xwe di bereyeke siyasî ya din de bi rêxistin kirine da ku qet nebe wêne wekî sêkuçkeyeke siyasî lê bê.

Arasteyên PDK û YNKyê zelal û aşkera diyar in ku berê her yekê ji wan li newalekê ye, hêzên siyasî yên dîtir jî tertûbelav û sergerdan in. Tevî ku hemû jî dabaşa wê yekê dikin ku berê navçeyê li pêşhat û guherîn û astengiyên mezin e û yekhelwestî û yekrêziya Kurdan dixwaze, lê ti amajeyeke dilxweşker nîne ku ev tevlîhevî, nakokî û hevrikî li cihekî bigihêje xala dawiyê.

Ji aliyê rêveberî û hikumraniyê ve jî, ji bilî wî derdê mezin ku sî sal e nekarîne li ser destûreke ji bo rêvebirina Başûrê Kurdistanê li hev bikin, niha stûnên rewatiya saziyên hikumraniyê yên Herêma Kurdistanê yek bi yek tên binpêkirin û hilweşandin.

Encûmena Komîseran wekî saziyeke rewa ji bo serperiştiya proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê, bi biryara Bexdayê hatiye hilweşandin. Encûmena parêzgehan bi biryara dadgeha bi nav federalî ya Îraqa Erebî, rewatiya wê jê hatiye stendin û ti meyl û xwestekeka PDK û YNKyê ji bo avakirin û rewatîdana wê nîne.

Parlamentoya Kurdistanê wekî sîwan û nasnameya rewa û destûrî ya qewareya tikîtenê ya Kurdan li ser rûyê erdê, ew jî her ji aliyê dadgeha Bexdayê ve hatiye hilweşandin, tevî coşa gelê Kurd ji bo rewatîdana wê, zêdetirî şeş mehan di ser proseya hilbijartinê re derbas bûye ji bo avakirina parlamentoyê, lê belê hêj nekarîne vê saziya girîng jî bidin xebitandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmet jî wek du dezgehên birêvebirinê ku rewatiya wan ji aliyê gelê Kurdistanê ve ji bo çar salan hatiye dayîn, ew jî ji wê yekê nêzîk dibe ku çar salên din jî bi ne rewayî biçe ser temenê wan, ev her du partî ne di xema nûkirina rewatiya wê de ne.

Hêza her desthilatekê di rewatiya çavkaniya wê de ye, gelê Kurdistanê çavkaniya rewatîdana sazî û dezgehên hikumraniyê yên Herêma Kurdistanê ye. Gerçi çend sal in bêhêvîbûna xelkê ji proseya siyasî wer kiriye ku hêza wê çavkaniya gel jî têkeve ber pirsyarê û kêmtir ji nîvê wê wek pişt û penaya rewatiya desthilata xwebirêveber a Kurdan bimîne. Xasma nedibû PDK û YNKyê ewqas bêxem û bêhem bin li hemberî asta pêbaweriya wê nîv piştevaniya gelê xwe ku hêj li pişt wan mane.

Lê belê ezmûna tal a vê heyama piştî hilweşandina parlamentoyê û hêvî û umîdên ku ji bo xistina vê saziyê di kar de hebûn, piştî zêdetirî şeş mehan ji hilbijartinê û rewatî û meşrûiyeta avakirina parlamentoyê, hîna jî van her du hêzên sereke hest bi berpirsiyariya neteweyî û niştimanî nekirine bi qasî wê yekê ku ji bo rewatîdana bi desthilatên xwe yên hizbî, parlamentoyê bixin di kar de.

Parlamenterên ku xelkê ji bo erkekî girîng ê qonaxa piştî hilweşandina parlamentoyê, ji bo avakirina vê saziyê baweriya deng daye wan, nekarîne ji çembera girêdayîbûnê û serdema nû ya koletiya xwe derkevin û li asta baweriya dengderên xwe bin, wêrekiyê nîşan bidin ku xwe ji wê çemberê derxin û biçin ser karên xwe di parlamentoyê de.

Ev helwesta xirab a parlamenteran ku ne amade ne biçin parlamentoyê bixin di kar de, cihê ramaneke kûr e ji bo xwendina civaka Kurdî û asta girêdayîbûn û koletiya nû ya serdemê.

Dibe ku di salên bê de piştî hişyarbûna civakê, pêwîstiya têgihiştina ji vê elîtê bi çendîn lêkolîn û nameyên zanistî yên doktorayê hebe.

Gerçî wekî cureyek ji bêdengkirina xelkê û çêkirina hêviya bêbingeh, PDK û YNKyê mijûlî civînên yek li dû yekê ne ji bo rewatîdana bi desthilatê û xistina parlamentoyê di kar de, lê belê ji bo kesên hişyar, prose eşkere û diyar e ku tenê lîstina bi demê ye. Nikarin xwe ji wê çala ku ji xwe û ji gelê Kurdistanê re jî kolaye derxin.

Kurd dibêjin girêkek bi dest neyê vekirin bi dev tê vekirin, ev vekirina girêkê dibin Bexdayê, dixwazin pêvajoya rewatîdana bi Parlamentoya Kurdistanê bi wê navendê ve girêbidin ku şeriyet jê standine. Çaverê ne û bi demê dilîzin ji bo nêzîkbûna ji wê yekê ku hilbijartinên Îraqê bikin hincet û bihaneya pêkneanîna hikûmet û parlamentoya serokatiya Herêma Kurdistanê û paşê bi pêkanîna saziyên Bexdayê ve girêbidin.

Di proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de nîvê gelê Kurdistanê baweriya xwe daye wan ji bo wê yekê ku rewatiyê bidin saziyên hikumraniyê yên Kurdistanê. Çi rewatiyek dimîne ku hûn ne amadeyî wergirtina wê bawerî û rewatiyê bin û hûn bixwazin bi rewatiya saziyên Bexdayê ve girêbidin ku ti amaje û dilniyayî jî nîne ku hûn piştî wê jî bikarin bi ser nakokî û milmilaneyan de serbikevin.

Divê hêzên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê, eger qebare û payeya wan ji ya PDK û YNKyê kêmtir be jî, vê lîstina bi çarenûs û rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê qebûl nekin. Eger nikaribin tiştekî ji hevkêşeyê biguherin bi şandina parlamenterên xwe ji bo dewama asayî û rojane li avahiya parlamentoyê, bila qet nebe zextê bikin ji bo ji nû ve hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, di heman dema pêvajoya hilbijartina Parlamentoya Îraqê de.

Li hemû dinyayê hilbijartin ji bo wê yekê tê kirin ku bikaribin bi saya wê parlamento û hikûmeta nû pêk bînin, ji bo wê jî li gorî yasa û rêgezên destûrî dem û maweya diyarkirî ji bo pêkanîna hikûmetê heye ku ji wê demê derbas bû, pêwîst e serî li dubarekirina hilbijartinê bê dayîn ji bo ji nû ve dayîna rewatiyê bi hêzên siyasî ji bo ku bikaribin hikumraniyê bigirin dest.

Vê gera hilbijartina parlamentoyê, cureyek ji xitimînê çêkiriye ku hêz nikarin kabîneya nû pêk bînin, çareserî ne ew e ku vê pêvajoyê bi qederê bispêrin, ne jî divê bi keyfa partiyan ve bê girêdan ka kengî kabîneya nû pêk tînin.

Bijardeya herî baş ji bo derbaskirina xitimîna siyasî û îdarî ya Herêma Kurdistanê ku ji xwe Komisyona Hilbijartinê û yasaya hilbijartinê nemaye û bi wê yekê mehkûm e ku bi komisyon û yasa û rêgezên Bexdayê hilbijartinê bike, çareserî ew e ku ligel hilbijartina Bexdayê, hilbijartinê ji bo parlamentoyê dubare bike.

Her wiha derfet e Encûmena Parêzgehan jî zindî bike. Dikare di yek demê de wê pêvajoya ku biryar e piştî şeş mehên din li Îraqê ji bo parlamentoyê bê encamdan, li Herêma Kurdistanê bibe yek pakêt, xelk deng ji bo parlamentoya Îraq û Kurdistanê û Encûmena Parêzgehan jî bide, eger hûn dixwazin desthilat û saziyên hikumraniya Herêma Kurdistanê zindî bikin û rewatiyê ji xelkê wergirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê
Skype ji îro pê ve xizmeta xwe bi dawî dike