Ji bo çiyayên Munzûrê helmetek

Li hemberî ragihandina çiyayên Munzûrê weke navçeyên kanzayî, helmeteke îmzeyan hat destpêkirin.

Li hemberî raghandina çiyayên Munzûrê weke navçeyên kanzayî, helmeteke îmzeyan hat destpêkirin.

Li hemberî ragihandina çiyayên Munzûrê yên li parêzgeha Dêrsim a Bakûrê Kurdistanê, weke navçeyên kanzayî, ji bo ku ev biryar bê betalkirin û ew dever bê parastin, helmeteke îmzeyan hat destpêkirin.

Ew helmeta îmzeyan ji aliyê aktîvîstê bi navê Gokhan Kuçuk ve li ser malpera Change.org hatiye dest pê kirin.

Di wê helmeta îmzeyan de tê gotin, “Çiyayên Munzûrê bi temamî weke navçeya kanzayî hat ragihandin. Ev komkujiya xwezayê ye. Ev devera herî paqij û tendirust a ava vexwarinê ye. Em çav li ber tunekirina sirûşta xwe nagirin.”

Herwiha hatiye gotin kanza, dê bibin sedema tunebuna ava vexwarinê ya li wê deverê.

Di helmetê de tê gotin, hemû zindiyên di wê avê de tune bin, cotyarî û ajelkariya li deverê dê têk biçe û daxwaza piştevaniyê tê kirin bo sekinandina wê projeya ragihandina çiyayên Munzûrê weke navçeyên  kanzayî.

Di wê helmeta komkirina îmzeyan de ji bo parastina devera Çiyayên Munzurê, daxwaz ji Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê  ya Tirkiyê tê kirin.

Hikûmeta Tirkiyê bi armanca derxistina kanzayan biryara têlbendkirina zincîre çiyayên Munzûrê li parêzgeha Dêrsima Bakûrê Kurdistanê daye û di vê çarçovê de heta niha nêzikî 400 heta 450 kîlometre weke navçeya kanzayî hatine ragihandin.

Niştecehên wê herêmê jî dibêjin ji ber wê pirojeyê ew neçar in ku navçeyên xwe çol bikin û wê ziyaneke mezin jî bigehe xwezayê wê navçeyê.

Welatiyên deverê ku piraniya wan Elewî ne, nîgeran in û daxwazê ji hikûmetê dikin ku biryara xwe careke din di ber çav re derbas bike.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist