”Ji bo azadkirina Mûsilê plana siyasî giringtir e ji plana leşkerî"

Mesûd Barzanî pêşwaziya Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Joseph Dunford kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh li Selahedînê pêşwaziya Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Joseph Dunford û şanda li gel kir.

 Li gor daxuyaniya malpera fermi ya serokatiya herêmê, di hevdîtinê de Joseph Dunford gotiye ku her carê dema Barzanî dibînê moralê jinavbirina DAIŞê zêdetir dibe, hêviyên azadkirina Musilê û şikandina DAIŞê nêzîktir dibe. Plana azadkirina Musilê bi bêyî beşdariya Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftî, nabe.

 Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê jî behsa operasyona Musilê û azadkirina herêmên din ên parêzgeha Nînowa kiriye û gotiye ku ”ji bo azadkirina Mûsilê plana siyasî giringtir e ji plana leşkerî. Ji bo pêvajoya piştî rizgarkirina Mûsilê, misogerkirina bextewariya pêkhate û cûdahiyan herwiha ji bo dubarenebûna karesatên din, plana siyasî giring e”.

Di hevdîtinê de herwiha rewşa eniyên şer û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge, hevpeymanan û hêzên Iraqê de jî hatiye nirxandin.

(ji Rûdawê)

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê