Ji ber Koronayê hatina hemwelatîyên Îranê bo Kurdistanê tê rawestandin

Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê daxwaz li Wezareta Navxwe dike rêgirîyê li hatina hemwelatîyên Îranê bike bo nav Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, nivîsek arasteyî Wezareta Navxwe kir ku tê de daxwaz dike rêgirî li hemwelatîyên Îranê bê kirin ku nekevin Herêma Kurdistanê.

Di wê nivîsa fermî de daxwaz tê kirin ku rêgirî li hemwelatîyên Herêma Kurdistanê yên li Îranê neyê kirin bi mercê ku pabend bin bi rêkarên Wezareta Tendirustîyê weke qerentîna û çavdêrîya bo maweyê 14 rojan. Piştî wê heyamê dê rê bi kesên ku rîska Koronayê li ser nîne bê dayîn.

Li alîyê din hemwelatîyên Herêma Kurdistanê û Iraqê heta demeke nedîyar nikarin geştên bo Îranê encam bidin.

Hikûmeta Iraqê jî piştî mirina 2 hemwelatîyên Îranî ji ber vîrusa Koronayê biryar da ku vîze nede hemwelatîyên Îranê.

Herwiha hikûmeta Iraqê biryar da, ji ber vîrusa Koronayê hemû derîyên sînorî yên li gel Îranê ji bo maweyê 3 rojan bên girtin.

Wezareta Guhestinê ya Iraqê jî hemû geştên asmanî yên bo Îranê rawestandin heta demeke nedîyar.

Ev di demekê de ye ku Îranê bi fermî piştrast kirîye, heta îro Pêncşemê 5 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine, ku du ji wan canê xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustîya Îranê, 4 kes li Qaumê û kesek jî li Erakê bi vîrûsa Koronayê ketine, ku 2 kes ji wan li Qumê jîyana xwe ji dest dane.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser êrişa li taxên Kurdan ji Rûdawê re axivî
Rûdaw bi projeya ‘Baldar’ 114 xwendekaran dişîne derveyî welêt
Fransa: Yekkirina HSD û artêşê ji bo aramiya Sûriye û herêmê girîng e
Rêveberiye Xweser: Dûrxistina me ya ji çareseriya siyasî dê encamên wê yên xerab hebinRêveberiye Xweser: Dûrxistina me ya ji çar
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd hat desteserkirin