Ji ber gotinên wî yên li ser Madeya 140î giliyê Parêzgarê Kerkûkê kir

.

Welatiyekî Kerkûkê çû Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê û giliyê Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman bike.

Sedema vê yekê ew e ku Mihemed Seman di hevpeyvîneke televîzyonî de li dijî destûrîbûna Madeya 140î derketiye.

Şêniyê Kerkûkê Diyar Ebdulrezaqê ku giliyê Mihemed Seman kiriye ji Rûdawê re axivî û got:

"Madeya 140î madeyeke destûrî ye û ji sedî 78ê gelê Îraqê di pêvajoyeke demokratîk de deng daye wê."

Diyar Ebdurezaq diyar kir ku li bajarekî wekî Kerkûkê daxuyaniyên bi vî awayî êrişa li Destûra Îraqê ye û pê de çû:

"Ev daxuyanî dibin sedema derketina aloziyê di navbera pêkhateyan de û têkdana aştiya civakî."

Ebdurezaq amaje bi wê yekê jî kir ku Mihemed Seman bi xwe li gorî wê Destûrê bûye parêzgar ku niha li dijî wê derdikeve û anî ziman:

"Heta niha min parêzerek wekî wekîl diyar nekiriye lê eger pêwîst bike, ji bo biserxistina giliyê li dadgeha federal ez dê parêzerekî bigirim."

Parêzgar çi gotibû?

Parêzgarê Kerkûkê û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman di hevpeyvînekê de li gel kanala fermî ya Îraqê ku şeva 4ê Tebaxê hat weşandin de axivîbû.

Seman ragihandibû ku “xeletiya herî mezin a stratejîk a dewleta Îraqê ya piştî sala 2003yan a li hemberî Kerkûkê, danîna Madeya 140î bûye.”

Madeya 140î ya Destûra Îraqê taybet e bi çareserkirina pirsgirêka herêmên nakok û jinavbirina şopên guhertina demografîk û pêvajoya Erebkirinê ku rejîma berê kiriye.

Mihemed Seman di wê bernameyê de gotibû:

"Me di dema xwe de wekî pêkhateya Tirkmenan ew destûr red kir, çimkî em di wê baweriyê de bûn ku madeyên bi wî awayî dê di paşerojê de pirsgirêkan derxînin."

Madeya 140î di çarçoveya Destûra Îraqê de deng li ser hat dayîn ku qonaxên tezmînkirin, asayîkirin û serjimêriyê li xwe digire.

Diviyabû heta 31ê Kanûna Paşîn a 2007an ev made bi temamî bihata bicihanîn.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Dilşad Şihab: Ti metirsiyeke ewlehiyê ya taybet li ser Herêma Kurdistanê nîne
Iraqê budça Haşdî Şabiyê di 6 salan de %72 zêde kir
Fesla Yusuf a parlementer li Hasekiyê Îlham Ahmed û Amîne Osê qebûl kir
PDK: Hewldanên me yên ji bo avakirina hikûmetê didomin
Li mizgeftên Tirkiyeyê xutbeya bi navê “biratî” hat xwendin