Ji Balyozxaneya Amerîka ya Şamê peyama 2025an bo gelê Sûriyê

.

 Balyozxaneya Amerîka ya Şamê bi boneya sala nû ya 2025an peyamek bo gelê Sûriyê belav kir û piştgiriya xwe bo ji nû ve avakirina Sûriyê diyar kir.

Di peyama Balyozxaneya Şamê de hatiye gotin, “Em di destpêka sala 2025an de li gel gelê Sûriyê ne û em li benda pêşerojeke geştir in”.

Herwiha hate diyarkirin ku piştî 50 salên zilm û zordariya rejîma Esed, xelkê Sûrîyê xwedî derfeteke kêmpeyde ne ji bo jinûve avakirina welatê xwe.

Balyozxaneyê destnîşan kir ku  Amerîka biryar daye ku bi Sûriyan re bixebite da ku alîkariya wan bike ji bo vê derfeta dîrokî bi kar bînin.

Dawiyê jî hate gotin, îro Sûrî xwedî derfeteke kêmpeyde ne ji bo ji nû ve avakirina welatê xwe û avakirina civakeke nû, azadtir û zêdetir hevgirtî.

Rojhilta Navîn Haberleri

Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
Peyama nû ya Trump: Îran ji her demê bêtir nêzikî azadiyê ye
Derbarê Çemçemalê, ev yek bi xelkê nayê kirin - Arif Qurbanî
ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin