Ji aliyê keştiya Alan Kurdî 133 koçber ji Derya Spî hatin rizgarkirin

Li başûrê Deryaya Spî, keştiya Alan Kurdî ya Almanan a bo rêzgirtinê li zarokê 3 salî yê Kurd Alan Kurdî yê di sala 2015an de li beravên Tirkiyê xeniqîbû hatibû çêkirin, 133 koçber ji nav Derya Spî rizgar kir.

Keştiya Alan Kurdî ku yek ji keştiyên rizgarker ên rêxistina xwebexş a Sea Eye anku Çavê Deryayê ya Almanî ye, di operasyoneke xwe ya li başûrê Deryaya Spî, belemeke qaçax a veguhastina koçberan li sînorê deryayî yê Lîbyayê dît, ku 90 koçber tê de hebûn û xetera noqbûnê li ser hebû, lewma ew 90 koçber rizgar kirine.

Kaptanê wê keştiyê diyar kir, pişt re wan belemeke din dîtin ku 24 kes tê de bûn û ew hemû hatin rizgarkirin û paşê jî wan belema sêyem dîtin ku 19 koçber tê de bûn û wan ew jî rizgar kirin.

Kaptanê keştiya Alan Kurdî, Joachim Ebeling dibêje, hemû ew koçberên ku wan rizgar kirine, wan bi silametî gihandine bendera Lampedusa li başûrê Îtalyayê.

Herwiha Joachim Ebeling da zanîn, wî rayedarên Almanya û Lîbyayê agahdar kir, lê belê tu bersivek wernegirt.

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir