Jerome Bonnafont: Em dixwazin agirbest Libnanê jî li xwe bigire

.

Jerome Bonnafont ragihand ku welatê wî li gel 60 dewletên din ji bo aramkirina rewşa Libnanê dixebite.

Balyozê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont her wiha hêviya xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de dan û standinên rasterast dest pê bikin.

Jerome Bonnafont di daxuyaniyeke taybet de ji nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re qala hewlên dîplomatîk ên Parîsê yên ji bo Libnanê kir û got:

"Me niha li gel 60 dewletan daxuyaniyeke girîng pesend kir ku tê de çi hewce bû li ser rûdanan were gotin, hatiye gotin."

Balyozê Fransayê li ser gavên paşerojê yên ji bo bidawîanîna aloziyan wiha peyivî:

"Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de dan û standinên rasterast werin kirin û her wiha agirbest Libnanê jî li xwe bigire."

Ev daxuyaniya Balyozê Fransayê di demekê de tê ku hewlên navneteweyî ji bo rêlibergirtina berfirehbûna şerê di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de didomin.

Fransa di vê dosyeyê de wekî yek ji welatên herî bibandor derdikeve pêş.

Rewşa agirbesta 15 rojî

Tê xwestin ku agirbesta 15 rojî ya Amerîka û Îsraîlê ya li gel Îranê, Libnanê jî li xwe bigire lê belê Îsraîlê heta niha ev daxwaz qebûl nekiriye.

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li Libnanê, rewşa mirovî ya li wî welatî giran bûye û hejmara qurbaniyan roj bi roj zêdetir dibe.

60 welatên hevpeyman hewl didin ku zexteke navneteweyî li aliyan bikin ku dawî li rijandina xwînê were.

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Kevin Lambert: Em ji bo aramiya Kurdistanê li gel we ne
Lêkolerê Çînî: Kurdî ji bo teza min a li ser Êzidiyan bû mifte
Ji bo Serokkomariya Îraqê krîza lihevkirinê: PDK ne razî ye
Rutte, rexneyên Trump bersivand: NATO hevkariyekî yek teref nîne
Dan û standinên Îran û Amerîkayê: Şandeya Tehranê li Pakistanê ye?