JD Vance: Bikaranîna hêza serbazî li dijî Îranê dê ne bêdawî be

.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand, hêza serbazî tenê amûrek e ji bo çareserkirina kêşeyan û armanca wan a sereke, vekirina Tengava Hurmizê û rêgirtina li ber çekên atomî ye. 

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir, welatê wî naxwaze hêza serbazî bi awayekî bêdawî û nediyar li dijî Îranê bikar bîne. JD Vance sê armancên sereke yên Washingtonê di vê qonaxê de diyar kirin ku ew jî; vekirina Tengava Hurmizê, dabînkirina çûnûhatia azad a petrol û gazê û her weha rêgirtina li ber Îranê daku negihîje çekên atomî ne.

Vance derbarê guherîna rejîmê de jî got: "Heke gelê Îranê bixwaze desthilatê biguherîne, ev yek bi wan ve girêdayî ye."

Trump: Îran dixwaze lihevkirinê bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Îran dê "pir nêzîk" têk biçe û destnîşan kir ku Tehran ji bo gihîştina bi lihevkirinekê ligel Washingtonê pir bi daxwaz e. Trump li ser pirsa rojnamevanan a derbarê dema êrîşkirina li ser binesazî û pirên Îranê de got: "Ez naxwazim demê diyar bikim, lê ew bi xwe çîrokê baş dizanin. Baştir e ku ew bi aqilmendî tevbigerin."

CENTCOM: Pêla duyem a êrîşan dest pê kir

Li ser asta meydanî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand, piştî nîvroya roja Çarşemê, wan pêla duyem a êrîşên "bi armanc" li dijî çendîn xalên serbazî yên li ser Îranê dane destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de ew şiyanên serbazî hatine armanckirin ku Îran ji bo êrîşkirina li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê bi kar tîne. 

Siyaset Haberleri

Greva Birçîbûnê ya 1500 Girtiyên bin sizayê bidarvekirinê li Qizilhîsarê
Serokwezîrê Îraqê êrişên li ser Hewlêrê şermezar kirin
Efrîniyên mayî li warê xwe vedigerin
Dijetirora Kurdistanê: Hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê êxistin
Dadweriya Bilind a Iraqê: Dest bi ser 25 milyar dînar, dolar û zêr de hat girtin