Berpirsekî Amerîkayî ragihand ku Amerîka li ser şandina Jared Kushner a Îsraîlê dixebite.
Serokê Amerîkayê Donald Trump zextên xwe ji bo bicihanîna plana aştiyê ya li Xezeyê zêde kirine.
Malpera Axiosê berê belav kiribû ku Jared Kushnerê zava û şêwirmendê Trump û navbeynkarê wî yê pêbawer ê ji bo karên Rojhilata Navîn û Rûsyayê, hefteya bê dê li Îsraîl û Misirê be.
Armanca vê serdanê dan û standina li ser rewşa Xezeyê ye.
Ev serdan heke pêk were, piştî wê yekê tê ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dawiya hefteya borî dijberiya xwe ya li hemberî plana dawî ya Trump a ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê nîşan da.
Berpirsê Amerîkayî ji AFPyê re got:
"Li ser geşteke wiha dan û standin tên kirin.
Amerîka û Îsraîl li ser encama ku em dixwazin li Xezeyê pêk were hevdeng in lê çend xalên din û dilgiraniyên hevbeş hene ku divê em bi hev re li ser wan bixebitin."
Netanyahu li dijî plana Trump e
Netanyahu piştî zêdebûna rexneyan, roja Yekşemê eşkere got ku ew li dijî plana Xezeyê ye.
Ew plan ji Îsraîlê dixwaze ku li gel pêvajoya bêçekkirina Hemasê, dest bi vekişandina hêzên xwe bike.
Serokwezîrê Îsraîlê soz daye ku ew venekiş e ku "Komîteya Aştiyê" ya ser bi îdareya Trump ve piştrastî dabûyê ku heta Hemas bi temamî çekan deyne, ji Îsraîlê nayê xwestin ku vekişe.
Ev aloziya dîplomatîk di demekê de ye ku Netanyahu amadehiya hilbijartinên 27ê Çiriya Pêşîn dike.
Ev hilbijartinên ewil ên Îsraîlê ne piştî êrişa 2023yan a Hemasê ku bû sedema destpêkirina şerê li Xezeyê.
Rapirsî nîşan didin ku Netanyahu rûbirûyê hevrikiyeke dijwar e û di hinek rapirsiyan de li pey hevrikên xwe ye.
Plana nû ya Xezeyê ku 30ê Tîrmehê ji aliyê Trump ve hat belavkirin, qonaxa dawî ya wê agirbestê ye ku meha Çiriya Pêşîn bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû ragihandin.
Wê agirbestê operasyonên Îsraîlê kêm kirin lê nebû sedema bidawîhatina şer.