Jan Brem: Tevahiya hêzên siyasî yên Fransayê piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin

.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem tekezî li ser meziniya têkiliyên dîrokî, ewlehî, perwerdehî û çandî yên di navbera Parîs û Hewlêrê de kir û ragihand ku ew di warên cuda cuda de gelek projeyên nû bi cih tînin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem duhî (Şemî, 13ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê bal kişand ser stratejiya welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên dualî yên ligel Herêma Kurdistanê di warên çand, perwerde, ewlehî û aboriyê de.

Jan Brem herwesa ragihand ku Fransa ji sala 1982ê ve her sal bi helkefta Roja Cîhanî ya Muzîkê festîvalên taybet li dar dixe, herwesa zêdetir ji 120  welatan Roja Cîhanî ya Mûzîkê bibîr tînin û komeke çalakiyên cuda cuda li dar dixin.

Navborî amaje jî da ku ev çalakiya cemawerî edetekî salne ye ji bo komkirina tevahiya texên civakî bê beranber, ku ev jî naveroka ruha wê festîvalê ye. Herwesa got ku ev çalakî par ji ber rewşa şer di roja yekê de hatibû hilweşandin, lê îsal ji ber tenahiya rewşê ev çalakî hat kirin.

Konsulê Fransayê xwesteka Fransayê ji bo şandina pryamekê eşkere kir, ku tekezê li ser berdewamiya jiyanê dike piştî wan rewşên dijwar ên ku bi ser deverê de hatine. Wî hêvî jî xwest ku ev çalakiyên hunerî û çandî li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê zêdetir bên pêşxistin.

Di aliyekê din ê axaftina xwe de, Jan Brem behsa têkiliyên nêzîk û dîrokî yên di navbera serkirdeyên siyasî û dezgehên ewlehiyê yên her du aliyan de kir, çi li ser asta hêzên serbazî û çi jî li ser asta polîsan. Wî eşkere jî kir ku Fransa hevkariyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê di warê ewlehiyê de û bi taybetî di dosyeya koçberiyê de zêdetir dike.

Li ser hevkariyên perwerdehiyê jî, Konsulê Fransayê amaje bi dibistanên navdewletî yên Fransayî (Danielle Mitterrand) yên li Hewlêr û Silêmaniyê kir û diyar kir ku bernameya xwendinê ya wan dibistanan ber bi astekî bi temamî navdewletî ve pêngavan diavêje, bi rengekî ku tê de zimanên Ingilîzî, Fransayî, Kurdî û Erebî tên xwendin.

Wî bal kişand ser rola dîrokî ya Danielle Mitterrand jî, ku ji aliyê Kurdan ve wekî "Dayika Kurdan" tê naskirin û got ku piştgirîkirina Kurdistanê ji aliyê siyaseta Fransayê ve tenê girêdayî aliyekî siyasî yê diyarkirî nîne, belkî tevahiya mewdayê siyasî yê Fransayê, ji rastê heta çepê, hevsozên gelê Kurd in.

Kurdistan Haberleri

Peyama malbata Mocteba û Meysem Weysî bo raya giştî
Binpêkirina sozên rêjîmê li girêbestê de dibe paşhatên diyarîkirî hebe
Alozî û dijhevî kevtiye navbera taqimên desthilatar li Îranê
Şandeke serbazî ya Îraqê li Hewlêrê ewlehiya zeviyên petrolê nîqaş dike
Komîteya Navendî ya PDKyê civiya