James Jeffrey: Erdogan tenê ji zimanê hêzê fêm dike

.

Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand: “Erdogan tenê ji zimanê hêzê fêm dike û heta ku hêz nîşanî wî nedin, venakişe.”


James Jeffrey di hevdîtinekê de ji rojnameya Al Monitor re li ser pirsa "Gelo divê Joe Biden ligel Erdogan çawa serederî bike?” ragihand: “Divê berî hemû tiştan, em Erdogan û Tirkiyê ji hev cuda bikin. Erdogan tenê ji zimanê hêzê fêm dike. Heta ku tu hêza xwe nîşanî wî nedî, venakişe.”


Jeffrey destnîşan dike ku Rûsya jî heman siyasetê li hember Erdogan bi kar tîne û bûyera xistina xwarê ya firokeya Rûsî û rêkeftina kirîna sîstema berevaniya mûşekî S-400, weke mînak nîşan dide.


James Jeffrey ku heta 13ê meha borî, Nûnerê Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû li Sûriyê, eşkere kir; di civînan de bi awayekî berdewam bi tundî ligel Erdogan axiviye.


Li ser siyaseta Erdogan a li rojavayê Kurdistanê, James Jeffrey dibêje ku Erdogan naxwaze Qendîleke din li Sûriyê çêbibe.
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin