Endamê Meclisa Şêwirmendiyê ya Dezgeha Windabûyiyan Izedîn Salih got, “Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çarenivîsa hezar kesî ne diyar e.”
Sal derbas dibin lê li Sûriyeyê mijara "winda"yan ji holê ranabe.
Endamê Meclisa Şêwirmendiyê ya Dezgeha Windabûyiyan Izedîn Salih bû mêhvanê Bultena Rojava û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Izedîn Salih eşkere kir ku ji sala 2011an ve çarenivîsa zêdetirî 130 hezar kesî ne diyar e û sazî niha xwe amade dike ku ji bo dîtina wan li Sûriyeyê dest bi kar bike.
Wî her wiha da zanîn ku tenê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çarenivîsa nêzîkî hezar kesî ne diyar e.
Izedîn diyar kir ku erkê sereke yê saziya ku sala 2023yan bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye damezrandin ev e:
“Lêgerîna li kesên windakirî, eşkerekirina çarenivîsa wan, vegerandina girtiyan ji bo nav malbatên wan û radestkirina birûmet a termên kesên ku canê xwe ji dest daye.”
Izedîn her wiha got ku armanca wan piştgirî û alîkarîkirina malbatên qurbaniyan e.
“Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hezar kes winda ne”
Wî derbarê rewşa li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên çekdar de ne, da zanîn ku li wan herêman zêdetirî 10 hezar kesan hatine girtin.
Izedîn Salih eşkere kir ku her çi qasî piraniya wan hatibin berdan jî, “Heta îro di navbera 500 û 1000 kesî de hene ku çarenivîsa wan ne diyar e” û got:
“Nêzîkî 100 kes ji wan veguhastine Tirkiyeyê û li girtîgehên wî welatî hatine darizandin.
Heta niha jî malbatên hinekan ji wan tiştekî li ser wan nizanin, nizanin bê ma sax in an mirî ne.”
“Divê desthilata nû hevkariyeke tam bike”
Salih teqez kir ku daxwaza wan a sereke ji desthilata nû ya Sûriyeyê ew e ku bi temamî hevkariyê bike û biland:
“Da ku ev sazî karibe bi azadî karê xwe bike û bigihîje hemû girtîgeh û gorên bikom ku dibe bi rêya wan çarenivîsa gelek kesên windakirî eşkere bibe divê desthilata nû hevkariyeke tam bike.”
Berdevka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê (ICRC) Yasemîn Bedîrê jî berê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kiribû ku dosyaya kesên windakirî yek ji mijarên herî girîng ên karê wan e û gotibû:
“Windakirina pêwendiyê ya bi endamekî malbatê re yek ji birînên herî dijwar û xirab ên şer e.”
Yasemînê daxuyandibû ku komîteyê zêdetirî 35 hezar rewşên kesên windakirî tomar kirine ku zêdetirî 3000 ji wan zarok in û gotibû, “Hejmara rast ji vê gelekî zêdetir e.”
RUDAW