ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir

.

 Serokê Şaxa ÎYÎ Partiyê ya Mêrdînê Suleyman Akar bi armanca piştgiriya pêvajoya çareseriyê li gel birêvebiriyên navçeyên Nisêbîn, Kerboran, Artuklu, Şemrex, Reşmil û Stewrê ji partiya xwe îstifa kir.

Berpirsên ÎYÎ Partiyê yên Mêrdîn û 7 navçeyên ji ber ku piştgiriya pêvajoya çareseriyê nake ji partiya xwe îstifa kir.

Serokê Şaxa ÎYÎ Partiyê ya Mêrdînê ji medyayê re ragihand ku wan bi awayekî bi kom ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiriye û ev biryar ne wekî biryareke siyasî lê wekî berpirsiyariyeke wicdanî û dîrokî wergirtiye.

Akar di daxuyaniya xwe de got: “Divê êdî li ser vê axê xwîna ti kesî nerijê, divê ti zarok bê dayik û ti dayik bêzarok nemîne.

Ji bo vê yekê post, paye û kursî tên fedakirin; tenê bila li Tirkiyeyê aştî, edalet û aramiyeke mayînde serdest be.”

Akar dibêje, Tirk û Kurdan di avakirina Komarê de mil bi mil şer kiriye û divê ev yekitiya dîrokî careke din bê zindîkirin.

ÎYÎ Partî li Parlamentoya Tirkiyeyê tekane partî ye ku li dijî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan e û desthilatê bi xiyanetkirinê tohmetbar dike.

Ji aliyê din ve, tekane partiya ku beşdarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê nebû ÎYÎ Partî ye.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne