Îxraca Öztürk Yılmazê CHPyî hat xwestin

Piştî Parlamenterê Erdexanê yê CHPê Öztürk Yılmazî nîqaşa azana bi tirkî vekir, Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu daxwaza îxraca wî ji partiyê kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıcdaroğluyî got; li tevahiya cîhanê mele bi zimanê erebî bang didin û ew rast nabîne banga bi tirkî an erebî were nîqaşkirin. Banga bi erebî nirxeke ola me Îslamê ye û li tevahiya cihanê mele bi erebî bang didin û herkes rêz lê digire.

Kılıçdaroğlu got: CHPyî giş mecbûr in pabendî biryar û siyaseta partiyê bibin. Heke hûn bêjin çawa bixwazim wisa tevbigerim, wê gavê hûn ê ji partiyê dûr bibin."

Li ser vê yekê bi yekrêziya îmzeyan, daxwaza îxrackirinê ji Öztürk Yılmazî re hate xwestin. 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist