Îtalya pergaleke parastinê li Tirkiyeyê bi cih dike

.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê pergaleke parastina asmanî ya Îtalyayê li bajarê Konyayê were bicihkirin.

Armanca vê yekê bihêzkirina parastina asmanî ya NATOyê ye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku ew pergala navborî dê li Konyayê bê bicihkirin.

Li baregeha balafirên şer tê bicihkirin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev pêngav di çarçoveya "Plana Parastina Daîmî ya NATOyê" de tê avêtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Bi mebesta xurtkirina parastina asmanî ya hevpeymaniyê, pergala parastina asmanî ya Îtalyayê ya cureyê SAMP-T dê were bicihkirin.

Ev pergal dê li Fermandariya Baregeha Sereke ya 3yemîn a Balafirên Şer a li Konyayê bê bicihkirin."

Pergala SAMP-T wekî yek ji pergalên herî nû yên parastina asmanî yên Ewropayê tê naskirin.

Ev pergal li dijî balafir û mûşekan tê bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir