Îsraîlê pêgehên Hemasê li Xezeyê bombebaran kir

.

Firokeyên Îsraîlê çend pêgehên Tevgera Hemasê li Şirîta Xeze ya Felestînê kirin armanc.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ku nîveşeva Sêşemê belav kiriye, ragihandiye ku êrişên wan ên nû bo ser Xezeyê weke bertek û di bersiva şandina balonên agirîn ji Şirîta Xezeyê ve bo nav axa Îsraîlê de bûye.

Artêşa Îsraîlê dibêje, di êrişên nû de firokeyên cengî yên wî welatî çend pêgehên serbazî yên Hemasê li herdu bajarên Xan Yunis û Xezeyê kirine armanc ku ji aliyê Tevgera Hemasê ve bo rahênana serbazî hatine bikaranîn.

Di daxuyaniya xwe de, artêşa Îsraîlê diyar dike Hemasê li wan navendan kiryarên terorîstî kirine û tekez dike ku Îsraîl ji hemû senaryoyekê re amade ye û destpêkirina êrîşên asmanî jî yek ji wan egeran e.

Heta niha ti zanyarî derbarê zerar û ziyanên mirovî û maddî de nehatine belavkirin.

Piştî agirbesta roja 21ê meha bihorî ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, ev yekem êrîşa esmanî ya Îsraîlê ye bo ser Xezeyê.

Meha Gulanê di navbera Îsraîlê û Hemasê de şerek destpê kir ku 11 rojan dom kir û di wî şerî de baskê çekdar ê Hemasê bi hezaran roket û mûşek avêtin nav axa Îsraîlê û firokeyên artêşa Îsraîlê jî bi dijwarî şirîta Xezeyê bombebaran kirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin
Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike