Îsraîlê li Derayê operasyonek kir: Leşker ketin gundan

.

Yekîneyên leşkerî yên Îsraîlê ketine gundên Seysûn û Cemleyê yên li rojavayê parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyeyê.

Li gorî nûçeya SANAyê ya Sûriyeyê hêzên Îsraîlê serê sibehê li gundên Seysûn û Cemleyê operasyonek kiriye.

Di nûçeyê de hat gotin ku nêzîkî 18 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê bi ser malan de girtiye û çalakiyên lêgerîn û kontrolê pêk anîne.

Her wiha hat diyarkirin ku yekîneyên cuda yên leşkerî yên Îsraîlê li derdora baregeha leşkerî ya Cemleyê ya nêzîkî sînorê Golanê yê li aliyê Sûriyeyê bi cih bûne.

Her wiha dronên Îsraîlê li herêmê firînên keşfê dikin û ev yek bûye sedema dilgiranî û tirsê.

Birêvebiriya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ketina ducare ya hêzên Îsraîlê ya nav çolterên Dera, Quneytra û Şamê bi tundî şermezar kir.

Şamê tekez kir ku ev kiryar hewlên aramiyê têk didin û binpêkirineke eşkere ya Peymana Agirbestê ya 1974an û yasayên navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de bangî civaka navneteweyî hat kirin ku van binpêkirinan rawestîne.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir