Îsraîlê êrîşî hin deverên Hema ya Sûriyê kirin

.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand; vê sibê firokeyên Îsraîlê li parêzgeha Hemayê çend deveran kirin armanc.

Li gor ragihandina SANAyê, bombebaran di demjimêr 04:00ê sibehê de hatiye kirin û Hêzên Berevaniya Esmanî yên Sûriyê hewl dane bersiva êrîşê bidin.

Ajansê derbarê hejmara qurbaniyan û navnîşana deverên ku hatine bomberankirin, ti zanyarî belav nekirine.

Serokerkanê Îsraîlê di destpêka vê mehê de eşkere kiribû ku li Sûriyê "li dijî pêgehên Îranê yên li Sûriyê gelek êrîş encam dane".

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê