Îsraîlê êrîşêkê li Sûriyê pêk anî: 4 mirî 21 birîndar

Artêşa Îsraîlê êrîşêka berfireh a esmanî li Sûriyê pêk anî . Herwiha dengê çend teqînên mezin li cihê bûyerê hatine bihistin.

Ligor zanyariyên gihane ber destê medyayê  duh êvarî (30-6-2019) derengê şevê , firokeyên şer ên Îsraîlê çend binbalên leşkerî li başûrê Şamê û gundewarên Xumusê bordûman kirine.

Medyaya fermî ya rejima Sûriyê belav kiriye ku fûze yên  şer yên Îsraîlê navenda lêkolînên zanistî li başûrê Şamê kiriye armanc û ji ber êrîşên fûzeyan  teqînên mezin rû dane.

Herwiha berpirsekî serbazî yê rejima Sûriyê ji ajansa Sputnikê ra aşkere kiriye ku firokeyên şer ê Îsraîlê ji ser Libnanê bajarên Şam û Xumusê kirine armanc.

Herwiha ji ber êrîşa Îsraîlê dengên teqînên mezin li Şamê û Xumusê hatine bihîstin û li gor zanyariyan di encama êrîşê da 4 kes mirine û 21 kes jî birîndar bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da