Îsraîlê êrîş bire ser Şamê-VÎDYO-

Îsraîlê bi mûşekan êrîş li ser balefirgeha Şamê ya Navdewletî pêkanî û Sûriye jî ragehand ku hejmarek ji mûşekan hatin rûxandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî demjimêr 22:00 hejmarek ji mûşekan ku tê pêşbînîkirin ku ji Îsraîlê avêtibin nêzîkî balefirgeha Şamê ya Navdewletî ketinê, di encamê de ziyanên madî yên mezin pêkhatine.

Ajansa “SANA” ya Sûriyê ya fermî jî ragehand, Îsraîlê êrîşî balefirgeha Şamê ya Navdewletî kir, lê sîstemên wê yên berevaniya esmanî karîn hejmarek ji mûşekên Îsraîlî jinav bibin.

Roja 4ê vê mehê jî balefirên şer ên Îsraîlê devera di navbera bajarokê Misyaf û Wadî Iiyon ya parêzgeha Hemayê û bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê bombebaran kirin, ku pêgehên hêzên Îranî li deverê hene.

Demeke balefirên Îsraîlî pêgehên leşkerî li Sûriyê bombebaran dike û dibêje ew navendên Îranê yên li Sûriyê armanc dike. Artêşa Îsraîlî berî çend rojan ragihand, ku balefirên wan di nava du salên derbasbûyî de, 200 carî êrîşî bingehên Îranî li nav Sûriyê kirine.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin