Îsraîlê çend pêgehên Sûrîyê bombebaran kirin

Helîkopterên Îsraîlê şeva Pêncşemê 30ê Nîsanê ji sînorê herêma Gulanê (Colan) ve êrîşî çend armancan li başûrê Sûrîyê kirin.

Navenda Nûçeyan - Ajansa fermî ya dewleta Sûrîyê SANA belav kirîye, ku şeva bihorî helîkoterên cengî yên Îsraîlê çend rokêt ji Guolanê ve avêtine hin armancên li başûrê Sûrîyê.

Li gor medyaya fermî ya Sûrîyê, zîyanên wê êrîşê tenê madî bûne û di êrîşê de ti zirarên canî çênebûne.

Medyaya fermî ya Sûrîyê amaje bi wê yekê nekirîye ku ew cihên rastî êrîşê hatine, çi core cih bûne û ti hûrgilî di vê bareyê de belav nekirîye.

Li gor çavkanîyên xwecihî yên Sûrîyê, Îsraîlê çend pêgehên hêzên hikûmeta Sûrîyê û milîsên Îranê yên li sînorê di navbera herdu parêzgehên Deraa û Quneytereyê de, bombebaran kirine.

Roja duşema bihorî Îsraîlê êrîşî hin armancan li herdu bajarokên Hicêre û Adilîyê yên li gundewarê Şamê kiribû.

Medyaya fermî ya hikûmeta Sûrîyê, wê demê gotibû, di encama êrîşê de 3 kesên sivîl hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne, lê belê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye, dîyar kiribû, di êrîşa Îsraîlê de 4 kes ji hêzên Îranî û 3 Sûrî hatine kuştin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da