Îsraîlê careke din êrişî Şamê kir

.

 Îsraîlê careke din êrişî avahiya Sererkaniya Giştî ya artêşa Sûriyeyê ya li Şamê kir.

Di dema bombebarana Îsraîlê de nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emîn di weşana zindî de bû.

Nûçe ji aliyê Radyoya Artêşa Îsraîlê ve hat ragihandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), Îsraîlê îro careke din li Şama paytexta Sûriyeyê xist.

Dema Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emîn beşdarî bultena demjimêr 15:00an a bultena Rûdaw TVyê bû artêşa Îsraîlê cara duyem êrişî Sererkaniya Giştî ya artêşa Sûriyeyê ya li Şamê kir.

Kêliyên bombebaranê bi kamerayên Rûdaw TVyê hatin tomarkirin.

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê 3 roj in ku navbera Durziyan û eşîreke Bedewî ya Ereban û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn diqewimîn.

Herî dawî doh artêşa Sûriyeyê ketibû Siwêdayê.

Îsraîlê hişyarî dabû artêşa Sûriyeyê ku ji Siwêdayê vekişe û çend caran êrişên asmanî li dijî hêzên artêşa Sûriyeyê pêk anîbû.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li Hikûmeta Sûriyeyê xwaribûn û xwestibû ku hêzên xwe yên leşkerî ji bajarê Siwêdayê vekişîne, eger na dê êrişên xwe tundtir bikin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK