Îsraîlê binkeyên rejîma Sûriyê yên derdora Şamê mûşekbaran kirin

Balefirên şer ên Îsraîlê binkeyên rêjîma Sûriyê yên li derdora Şamê û Derayê mûşekbaran kirin û hejmarek çekdarên Sûrî û biyanî hatin kuştin û birîndar kirin.

Ajansa fermî ya Sûrî “SANA” belav kir, Îsraîlê baregehên serbazî li başûrê Şamê mûşek baran kirin, lê sîstema berevaniya esmanî piraniya mûşekan berî bigihin armancên xwe xistin xwarê.

Herwaha got, di encama êrîşa Îsraîlê de 2 serbaz hatin kuştin û 7 serbazên din jî birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî çê bûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê baregehên rêjîma Sûriyê li başûrê Şamê, derdora firokxaneya Navdewletî ya Şamê, derdora bajarokê Kiswê û baregehên rêjîmê li bakur Der’ayê mûşekbaran kirin.

Rewaneghê da zanîn, derdora bajarokê Izra, ketîbeya Namir û Ketîbeya Qirfa û Til Mihcê li rojhilatê Der’ayê mûşekbaran kirin hêzên Hizbulaha Libnanî lê bicih dibin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de 5 çekdar ji mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatin kuştin ku di nava wan 3 kes ne Sûrî ne û zêdetir ji 10 kesan jî birîndar bûn.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê baregehên hêzên Îranî, Hizbulaha Libnanî û artêşa Sûriyê bombebaran dike.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin