Îsraîlê binkeyên Hemasê bomberan kir

Balefirên şer ên Îsraîlê binkeyên Tevgera Berevanîya Îslamîya Filîstînê (Hemas)ê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan- Îro 26.12.2019ê ber bi sibehê ve balefirên şer ên Îsraîlê, gelek binkeyên Hemasê yên li Xeta Xeza ya Filîstînê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê di beyanameyekî de ragehand, beşek ji binkeyên ku hatine bombebaran kirin serbazgehên Hemasê bûn û ew ji zîyan dîtina her hemwelatîyekî jî ew tevger berpirse.

Ew êrîşa esmanî ya Îsraîlê bo ser Hemasê, piştî ku Hemasê êrîşeke mûşekî li bajarê Esqelan a Îsraîlê pêkanî çêbû.

Mûşek avêtina Hemasê di dema serdana serokwezîrê demkî yê Îsraîlê Benjamin Netenyahu bo wê navçeyê de pêkhat, ku ji bo bangeşeya helmeta helbijartina partîya xwe çûbû wê navçeyê.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da