Îsraîlê bi mûşekan êrîşî çend pêgehên derdora Şamê kir

.

Çapemeniya fermî ya Hikûmeta Sûriyê diyar kir, Îsraîlê, şeva borî bi mûşekan êrîşî çend pêgehên derdora Şamê kir û di encamê de kesek hat kuştin, 3 kesên din jî birîndar bûn.


Li gor ajansa Reutersê jî, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê li navçeya Elzubdanî ketiye kar û li rojavayê Rîf a Şamê li hember wê êrîşa esmanî ya Îsraîlê bersiv daye.


Rewangeha Mafên Mirova ya Sûriyê jî da zanîn, di wê êrîşa şeva borî ya Îsraîlê de, sîstema berevaniya Sûriyê û milîsên ser bi Îranê bûne armanca êrîşê.


Tora medyayî ya El Erebiye jî diyar dike, Îsraîlê êrîşî ser nahyeya Elnebî Habîl ya ser bi Elzubdanî kiriye.


Zanyarî destnîşan dikin, balafirên Îsraîlê li esmanê Lubnanê pêgeheke leşkerî ya li navçeya Elzubdanî, ku hemsînore û nêzîkî axa Lubnanê ye kiriye armanc.


Heta niha di derbarê êrîşê de artêşa Îsraîlê tu daxuyanî, raport û zanyarî belav nekiriye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin