Îsraîlê bersiveke tund da moşekên Hemasê

.

 Îsraîlê bi tundî bersiva moşekên ji aliyê Hemasê ve ji Gazze ber bi Orşelîmê ve hatibûn firandin da. Wezareta Tenduristiyê ya li Gazze, ku kontrola wê di destê Hamasê de ye, di derbarê zerarên canî yên êrîşên İsraîlê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê de, zarok jî di nav de, herî kêm 20 kes hatine kuştin.

Li gor zanyariyan, berî êrîşên esmanî, ji Gazze ber bi Orşelîmê ve moşek hatibûn firandin û parlamena Îsraîlê navber dabû rûniştina xwe.

Berdevkê Arteşa Îsraîlê Johathan Conricus diyar kir, di êrîşa esmanî de, sê çekdarên Hamasê hatine kuştin. ‘‘Min dest bi êrîşên dijî navendên leşkerî yên li Gazze kir. Dubare dikim, me destpê kir.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kiribû, Hamasê ‘‘xeta sor’’ derbas kiriye û diyar kiribû, ew ê bi awayekî tund bersivê bidin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê