Îsraîlê balafireke şerî ya Esedî anî xwarê

Îsraîlê balafireke Sûriyê bi sedema ku qada asmanî ya Îsrailê binpê kiriye xist xwarê.

Artêşa Îsraîlê xistina firokeya şer ya artêşa Sûriyê li Colanê ragihand.

 

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku firokeyeke artêşa Sûrî ji cora Sixoy asmanê Colanê bi qasî 2 kîlometran derbas kiriye, lewama hêzên Berevaniya Asmanî ya Isarîlê balefir xistine xwarê.

 

Herwiha Artêşa Îsraîlê bal kişand ser wê yekê ku hêzên wan li bakurê wî welatî di amadebaşiyê de ne û ji bo her egerekê jî amade ne.

 

Ji aliyê din ve  ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê jî ragihand, firoke li asmanê Sûriyê hatiye armanckirin û bi ti awayî derbasî asmanê Colanê nebûye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin