Îsraîl: 'Wê hêza tunelan a Hizbullahê bê tunekirin'

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, tevî nûnerên medyayê serdana cihê operasyonê ser tunelên Hizbullaha Lubnanê kir.

Netanyahû ji nûnerên medyayê daxwaz kir ku helwestên dijminane yên Îran, Hizbullah û Hemasê bi tundî şermezar bikin.

Netanyahû derbarê operasyona Îsraîlê ya ser tunelên sînorê Lubnanê de, ji nûnerên medyayê re wiha axivî:

“Operasyona Mertala Bakur nû destpê kir. Di dawiya operasyonê de, dê hewlên pêşxistina hêza tunelan a Hizbullahê were tunekirin. Îsraîl li bendê ye ku Hizbullah bi tundî were şermezarkirin û dorpêçên nû li ser werin sepandin. Divê hikûmeta Lubnanê jî Hizbullahê şermezar bike û destûrê nede ji bo êrîşên Îsraîlê erda wan bikar bînin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin