Îsraîl li hember Hemas agirbesta yekalî ragihand

.

Hikûmeta Îsraîl bi serokatiya Binyamîn Netanyahu bi rengekî yekalî di şerê li dijî Hemas de agirbest ragihand.

Qasekî beriya niha kanala televîzyonî ya 13 ya Îsraîl ragihand, hikûmeta Îsraîl pêşniyara agirbesta yekalî ya serokwezîr Binyamîn Netanyahu pesend kiriye û dê agirbest ji demjimêr 02:00 bi dema Tel Avîvê bikeve piratîkê.

Hikûmeta Îsraîl ragihandiye, biryara agirbest piştî hevdîtin bi hikûmeta Misrê re hatiye dayîn.

Ev çend roj bûn hikûmeta Misrê bo sekinandina şerê Îsraîl û Hemas navbeynkarî dikir.

Heta niha nayê zanîn helwesta Hemas dê çi be. 

11 roj in di navbera Îsraîl û Hemas de şerekî tund heye. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin