Îsraîl ji bo şer xwe amade dike

Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Yisrael Katiz êvara sêşemê 02-07-2019an ragihand ku ew ji bo amadekariyan dikin bo beşdariya şerê Amrîka û Îranê bikin yê li Kendava Erebî.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Yisrael Katiz êvara sêşemê 02-07-2019an ragihand ku ew ji bo amadekariyan dikin bo beşdariya şerê Amrîka û Îranê bikin yê li Kendava Erebî.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katiz di Foruma Ewlekarîya Navnetewî de li paytexta Îsraîlê li Tel Avîvê axivî û got: “Em ligel Amerîkayê ne û xwe ji şerê Kendavê ra amade dikin. Dibe ku Îran rewşê çewt fam bike û helsengîne ev jî dê bibe sedema pevçûnan û em jî amade ne.”

Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re sala 2015an hatibû vajo kirin vekişiya. Herwiha bi vekişîna Amerîka ji rêkeftinê Îranê jî dest bi gefan li dijî Amerîkayê kir û firokeyeka Amerîka ya bêfirokevan ji aliyê Îranê va hat xistin.

Di girjiya di navbera Amerîka û Îranê da Îsraîl ligel Amerîkayê ye û daxwazê ji Amerîkayê dike gemaroyan tund bi ser Îranê da bisepîne. Herwiha di her xeletiyeka Îranê jî da bi tûndî bersiva Îranê bide.
 
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike