Îsraîl: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji Hezarî Kêmtir Bûye

.


Wezrata Saxlemî ya Îsraîlê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona daketîye bin 1000’î.

Wezîrê Saxlemî yê Îsraîlê Yuli Edelstein dîyar kir ku hejmara nexweşên giran yên vîrusa korona hefteya borî daketîye bin 100’î û bi bîr xist ku ew hejmar di dawîya Rêbendanê de 1200 bûye.

Yuli Edelstein da zanîn ku di rojên dawî de hejmara pêketîyên nû yên vîrusa li bin 100’î dimîne û got ku ew bi kempeyna serketî ya vaksînê hatine vê astê.

Nifûsa Îsraîlê 9 mîlyon e û li wî welatî heta niha 5,4 mîlyon kesan doza yekê ya vaksîna BionTech – Pfizerê û 5,1 mîlyon kesan doza duduyan jî li xwe dane.

Îsraîlê bi kêmbûna pêketinên vîrusa korona re dawî li piranîya sînordakirinan anîye.

Hin karbidestên Îsraîlê dibêjin dibe ku ew di demeke kin de mecbûrîyeta maskeyê ya bo mekanên girtî jî rakin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê