Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin

.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê yên bi Îranê re.

Katz da zanîn, ji bo ku gefên Komara Îslamî yên li ser mayîna Îsraîlê ji holê rabin dibe ku di demeke nêzîk de pêwîst bike ew dîsa tevbigerin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ev gotin di merasîma bilindkirina pileya Fermandarê nû yê Hêzên Asmanî yên Îsraîlê Omer Tischler de kirin.

"Îranê derbên gelekî giran xwarin"

Katz got, "Îranê sala borî derbên gelekî giran xwarin û ji ber van derban di hemû qadan de bi salan bi paş ket."

Katz destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi hevahengî kar dikin û pê de çû:

"Serokê Amerîkayê Trump û Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji bo bicihanîna armancên operasyonê pêşengiyê dikin.

Ew dixwazin garantî bikin ku Îran êdî ti carî ndbe gef li ser Îsraîl, Amerîka û cîhana azad."

Katz her wiha got, "Em piştgiriyê didin van xebatan lê ji bo ku armancên me pêk bên, dibe ku di demeke nêzîk de pêwîst bike em dîsa tevbigerin."

Fermandarê nû yê Hêzên Asmanî yên Îsraîlê Omer Tischler dê 5ê Gulanê dest bi erkê xwe bike û dê cihê Tomer Bar bigire.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike