Îsmaîl Beşîkcî: Dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike

.

 Civaknas û nivîskarê Tirk Îsmaîl Beşîkcî, li ser ‘pêvajoya nû ya çareseriyê’ ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike.

Li gorî gotina Îsmaîl Beşîkcî niyeta dewletê ew e ku bêyî daxwazên Kurdan bi cih bîne aştiyê bike.

Beşîkciyê ku wekî dostê gelê Kurd tê zanîn, ‘pêvajoya nû’ wekî xapandina dewletê bi nav kir û wiha got:

“Dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan, yanî bêyî ku daxwazên wan ên wekî perwerdeya bi zimanê zikmakî qebûl bike, aştiyê bike.

Di vê pêvajoyê de navê Ocalan bi kar tîne û qala mijarên wekî rakirina tecrîda li ser wî dike.

Armanceke wiha ya dewletê heye; dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike.

Bêguman PKK jî ji mixatabgirtina Ocalan kêfxweş e.

Kurd jî divê zimanê xwe biparêzin, li her derê û her demê biaxivin.

Divê girîngiyê bidin ku zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin bikin û di her fersendê de behsa Kurd û Kurdistanê bikin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin