Îro salvegera 38emîn a wefata Îdrîs Barzanî ye

.

 Di ser wefata Îdrîs Barzanî re 38 sal derbas bûn ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna Kurdistanê de tomar kir.

Îdrîs Barzanî di Adara 1944an de wek nûxuriyê Nemir Mela Mistefa Barzanî ji dayîk bûye.

Di 2 saliya xwe de tevî bavê xwe ji bo avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê koçî Rojhilatê Kurdistanê kir.

Nemir Barzanî di sala 1947an de piştî têkçûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê çû Yekîtiya Sovyetê. Piştî xwendina xwe ya li Bexdayê, Îdrîs Barzanî , bi vegera Mela Mistefa Barzanî ya 1958an re derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Îdrîs Barzanî, yek ji kesayetên bibandor ê Şoreşa Îlonê ye ku di sala 1961ê de dest pê kir, bi taybetî bi rola xwe ya di şerê Hindirênê de navdar bû. Barzanî piştî ku şoreş bi lihevkirina serkirdayetiya Kurdistanê ya bi rejîma Baas re temam bû, ji bo yekrêziya kurdan gelekî hewl da.

Îdrîs Barzanî di 31ê çileya 1987an de li bajarokê Sîlvana yê Ûrmiyeyê koça wefat kir û li goristana bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, li kêleka bavê xwe hat veşartin.

Cenazeyê Îdrîs Barzanî û Mele Mistefa piştî serhildana 1991ê anîn Herêma Kurdistanê û li Barzanê hatin definkirin.

Îro salvegera 38emîn a wefata Îdrîs Barzanî ye. Têkoşîn û dilsoziya wî ya ji bo doza Kurdistanê di bîra Kurdistaniyan de ye.

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin