Îro peykerê Gandhî li Hewlêrê tê danîn

Wezîrê Dewletê yê Hindistanê yê bo Karûbarên Derve, Vellamvelly Muraleedharan êvara Duşemî 16ê Îlonê gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Şandeke Hindistanê bi serokatiya Wezîrê Dewletê yê wî welatî yê bo Karûbarên Derve, Vellamvelly Muraleedharan serdana Herêma Kurdistanê kiriye û biryar e bi amadebûna wî wezîrê Hidistanê, peykerê serkirdeyê mezin ê Hindistanê, Mahatma Gandhî li parkeke Hewlêrê bê danîn.

Wezîrê Dewletê yê Hindistanê yê bo Karûbarên Derve, Vellamvelly Muraleedharan êvara Duşemî 16ê Îlonê gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Muraleedharan û şanda pê re li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hate pêşwazîkirin.

Muraleedharan dê di serdana xwe ya bo Hewlêrê de, ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.

Herwiha biryar e îro Sêşemî 17ê Îlonê saet 15:00, bi amadebûna Wezîrê Dewletê yê Hindistanê yê bo Karûbarên Derve û hin rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê perde li ser peykerê rêber û serkirdeyê mezin ê Hindistanê, Mahatma Gandhî bê rakirin û peykerê wî li vê parka Hewlêrê bê danîn.

Kurdistan û Hindistan hewl didin peywendiyên xwe yên dîplomatîk û aborî pêş bixin û di vê çarçoveyê de Hindistanê li Hewlêrê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekiriye.

Herwiha di van çend salên dawiyê de, çendîn rayedarên Hindistanê jî serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Tevî wê yekê, hejmareke zêde ya karkerên Hindistanî jî li Herêma Kurdistanê kar dikin.

RÛDAW

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da