Îro 5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin

.

Îro 5 sal di ser dagirkirina Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve re derbas dibin.

Di 18ê Adara 2018an rojeke weke îro de, piştî şerekî ku 58 rojan berdewam kir, bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat dagirkirin. Rewşeke nû li Efrînê çêbû û gelek guhertin bi xwe re anîn.

Li Efrînê di bin desthilata nû de, Kurdan êş û azarên zêde dîtin û hejmareke zêde ya binpêkirinan weke girtin, revandin, îşkencedan û talankirina mal û milkan û destdanîna ser mal û milkên xelkê û guhertina demografiyê jî dest pê kir.

Hejmareke zêde ya xelkê hem ji ber şerê 58 rojan û hem jî ji ber binpêkirinan û astengiyan koçber û derbider bûn û berê xwe dane taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên li Helebê, Heseke û Şehba û Qamişlo.

Kurdistan Haberleri

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir