Îro 14.mîn salvegera darve kirina Sedam Husên e

.

Îro 30.12.2020, wek 14.mîn salvegera darve kirina serokê rejîma Beis a Iraqê Sedam Husên e.

Amerîka û hejmarekî welatên hevpeyman biryara hilweşandina rejîma Beis dan û operasyon li dijî wê rejîmê dan destpê kirin. Roja 20.03.2003ê dest bi operasyonê hate kirin û roja 09.04.2003ê rejîm hate hilweşandin û Iraq ji aliyê Amerîkayê û hêzên hevpeymanê wê ve hat dagir kirin.

Serokê rejîma Beis Sedam Husên çend mehan piştî xwe veşart roja 13.12.2003ê di çaleke baxçeyekî sînorê bajarê Tikrîtê hate girtin û roja 05.11.2006ê dadgeha bilind a tewanên Iraqê cezayê darve kirinê da wî.

Sedam Husên roja 28.04.1937ê li Tikrîtê ji dayîk bûye û roja 30.12.2006ê li bajarê Bexda hat darve kirin.

Rejîma Beis ji sala 1968ê heta sala 1991ê hukim li Kurdistanê kir, ku Sedam Husên serokatiya wê rejîm dikir û siyasetekî şovenîst û qirkirinê li Kurdistanê birêve bir. Li gel enfala 182 hezar hemwelatiyên kurd, enfala 8 hezar Barzanî, şehîd kirina 5 hezar hemwelatiyên Helebcê bi gazên kîmyayî ve û herwaha şewitandina 5 hezar gundên Başurê Kurdistanê hin tewanên wê yên sereke ne.

Piştî hilweşandina rejîma Beis hemû cure çalakiyên wê partiyê bi awayekî fermî û bi yasayekî ve hat qedexe kirin.  

Rojhilta Navîn Haberleri

Deng û rengê rêjîmê li dema belavkirina bernameya zindî, hate bomberabarankirin
Supaya Pasdaran kuştina 7 fermandarên Hêza Asmanî ragihand
Tirkiyeyê li ser koça Îraniyan a ber bi Tirkiyeyê ve daxuyanî da
Donald Trump: Em dê di demeke nêzîk de aştiya Îran û Îsraîlê jî pêk bînin
Îraq: Mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê pêwîst e