Îraqê li dijî biryareke sala 1992yan giliyê Herêma Kurdistanê kir

.

 Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li dijî biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gilî tomar kir ku sala 1992yan hatiye dayîn û li ser milk û malên hikûmetê ye.

Li gorî bernameya rûniştinên Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê, rûniştina ewil a li ser vî giliyî dê 10ê Hezîranê were kirin.

Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê giliyê Serokwezîr û Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê kiriye.

Daxwaza betalkirina biryara 1992yan

Teyf Samiyê di giliyê xwe de xwestiye ku biryara bi hejmara 3326an a Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî "nedestûrî" were naskirin.

Ev biryar 24ê Çiriya Paşîn a 1992yan hatibû derxistin.

Li gorî giliyê, ew biryar li ser tomarkirina hemû milk û malên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser navê Wezareta Darayî û Aboriyê ye.

Berê ev milk li ser navê hikûmeta berê ya Îraqê û Encumena Cîbicîkar a desthilata Beasê bûn.

Ew cihên ku gilî li wan hatiye kirin apartman, daîre û hemû saziyên hikûmî li xwe digirin.

"Bila biryar were betalkirin"

Teyf Samiyê xwest:

"Bila ew biryara ku gilî lê hatiye kirin were betalkirin û wekî ku qet nehatibe dayîn were hesibandin.

Her wiha bila hemû encamên wê yên yasayî jî werin betalkirin."

Çavkaniyekî berpirs ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Agahiya me ji vî giliyê heye û gihîştiye ber destê me lê heta niha awayê miameleyê nehatiye diyarkirin."

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin