Iraq û Amerîka hişyariyê didin Îranê

.

Iraq û Amerîka haydariyê didin Îran û grûpên ser bi Îranê ku êrîşî ser Amerîka nekin. Şêwirmendekî Xamineyî dibêje heya piştî çûna Trump ew tiştekî nakin. 

Rehîm Sefewî, Şêwirmendê Rêberê Îranê Elî Xamineyî da xuyakirin ku ew difikirin heya piştî çûna Donald Trump li ser desthilatê di 21 vê mehê de tiştekê li navçeyê nekin.

Sefewî dibêje, tevî wê yekê jî tolhildana Qasim Suleymanî berdewam û dem dirêj dibe. Sefewî da xuyakirin ku niha tirsa Amerîkiyan heye ku Îran careke din di salvegera kuştina Suleymanî de derbeyan li wan bide.

Ji aliyê xwe her yek ji Amerîka û Iraq haydarî dane Îranê û grûpên ser bi wê ku ti êrîşekê li ser şandeyên dîplomasî yan hêzên Amerîkî nekin, ji ber ku Amerîka dê bi lez û bi tûndî bersiva wan bide. 

Herweha îro Heşda Şeibî xwe amade dike ku xwepêşandaneke berfireh li Bexdayê saz bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin