Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî got, "Em bawer dikin ku mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê pêwîst e, ji ber ku hîn bermayiyên DAIŞê mane."
Sabit Ebasî her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku, "Kampa Holê hîn jî li ser Îraqê metirsî ye."
Di hevpeyvînekê de Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî got, "Me bi rêya Tirkiyeyê daxwaz ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê kiriye ku Kampa Holê bigire, piştre jî li Emanê me daxwaza xwe derbarê heman mijarê gihand şanda Sûriyeyê.
Lê pirsgirêka kampê bi hebûna welatiyên Ewropî ve girêdayî ye ku hikûmetên wan tu vînek ji bo vegerandina welatiyên xwe nîşan nedaye."
Li gorî gotina Wezîrê Parastinê yê Îraqê, "Gotûbêjên hikûmeta nû ya Sûriyeyê û HSDyê," ji bo ku hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, sekinîne.
Derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, Sabit Ebasî wiha anî zimên:
"Hevahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî berdewam e û Bexdayê tu agahdarî wernegirtiye derbarê guhertina dema vekişîna hêzên hevpeymanan ji Îraqê.
Tê pêşbînîkirin ku di dawiya meha Îlonê de hevpeyman hin cihan vala bike û biçe Herêma Kurdistanê."
Wezîrê Parastinê yê Îraqê her wiha got, "Heya niha tu nîşanek ji Îdareya Donald Trump negihîştiye me derbarê guherîna di biryaran de ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê.
Daxwaz jî ji me nehatiye kirin ku rê bidin zêdekirina hejmara hêzên Amerîkayê yên li Îraqê."
Derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û peyama Abdullah Ocalan ji bo danîna çekan ji aliyê PKKyê ve, Ebasî got:
"Berteka PKKyê ji bo mijara aştiyê û danîna çekan ne zelal û ne diyar e, ji ber ku di navbera razîbûn û nerazîbûnê de ye lê em çavdêriya rewşê dikin.
Bi dilniyayî desthilata Herêma Kurdistanê dê roleke wê hebe di vê mijarê de, ji ber ku piraniya wan çekdaran li axa Herêmê ne."
Derbarê ketina Mûsilê di Hezîrana sala 2014an de, Wezîrê Parastinê yê Îraqê wiha anî zimên:
"Ketina Mûsilê ji ber nebûna têgihiştina hevbeş bû di navbera hikûmeta xwecihî û hêzên ewlehiyê de.
Heya niha jî komîteya lêkolînê ya bûyera ketina Mûsilê encama dawî ya lêkolîna xwe ranegihandiye."