Iraq li ser operasyona li dijî PKKê bertek nîşanî Tirkîyê da

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê weke yekemîn alîyê fermî yê Iraqê li hember operasyona şeva bihorî ya Tirkîyê bertek nîşan da.

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê weke yekemîn alîyê fermî yê Iraqê li hember operasyona şeva bihorî ya Tirkîyê bertek nîşan da. Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, binpêkirina sînorê esmanî yê Iraqê ji alîyê balafirên Tirkîyê ve şermezar kir û ragihand, “divê ew binpêkarî bêne rawestandin.”

Di daxuyanîyê de tê gotin, balafirên Tirkîyê kampa penaberan li nêzîkî Mexmûrê û Şingal kirine armanc.

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê vê êrîşa Tirkîyê weke binpêkirina esmanê Iraqê bi nav dike û dibêje, ew yek “binpêkirineke aşkere ya serwerîya Iraqê” û “êrişeke provakatîv” e.

Di beşeke din a daxuyanîyê de, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê daxwaza rawestandina van core êrîşan ji Tirkîyê dike û tekez dike: “Divê ew binpêkarî bêne rawestandin, jibo rêzgirtin û pabendbûna bi berjwendîyên hevbeş ên navbera herdu welatan.”

Herwiha tekezî li ser wê yekê dike, ku Iraq ji bo hevkarîya navbera herdu welatan û kontrolkirina rewşa ewlehîyê ya li ser sînorên hevbeş amade ye.

Tirkîyê şeva bihorî operasyonek bi navê Penceya Baz bo ser pêgehên PKKê dest pê kir û li gor Wezareta Berevanîya Tirkîyê, balafirên şer ên wî welatî, Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zab û Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Wezareta Berevanîya Tirkîyê dîyar kirîye, di operasyonê de 81 cih hatine hedefgirtin.

Li gor zanyarîyan, di encama bombebaranan de heta niah ti zirarên canî çênebûne û tenê li Çîyayê Şingalê, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî