IRAQ/ Li 3 parêzgehan qedexeya hatûçûnê hate ragihandin!

Hikûmeta Iraqê îro Şemiyê ji tirsa xwepêşandanan qedexeya hatinûçûnê li parêzgeha Besra, Necef û KerbelayÊ ragehand.

Bi hezaran welatiyên Iraqê li bajarên başûrê Iraqê li Necef, Babil, Mîsan, Nasiriye û Besrayê li dijî hikumeta Ebadî xwepêşandanên xwe berdewam kirin û êrîş li ser binkeyên çend partî û aliyekê hatin kirin.

Herwiha ajansa Reutersê jî ragehand ku, xwepêşanderan karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbela, pasewanên Esaib Ehlulheq li Kerbela gule berdana wan.

Di heman demê de li gel xirabiya rewşa xizmetguzariyê hikûmeta Ebadî intirnêt girt û hemû torên civakî hatin girtin, bi ser vê yekê de jî kehreba niştimanîli Necefê li ser welatiyan birîn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin