Îraq: Ji bo parastina asmanê Herêma Kurdistanê divê bi Hewlêrê re planek bê danîn

.

Wezareta Parastinê û berpirsên bilind ên leşkerî yên Îraqê bi rêya Rûdawê tekez dikin ku parastina asmanê Herêma Kurdistanê beşek e ji serweriya Îraqê.

Rayedaran destnîşan kir ku di dema kirîna her sîstema parastina asmanî de, divê bi hevahengiya navbera her du hikûmetan, plana parastina cihên girîng bê danîn da ku bûyerên mîna êrişa li ser Kormorê ducare nebin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Tehsîn Xefacî ji Rûdawê re got:

"Diyarkirina cihê danîna sîstemên parastina asmanî û hûrgiliyên wê, pêdivî bi guftûgo û rêkeftina her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û federal heye."

Xefacî diyar kir, ji bilî girêbesta 2,8 milyar dolarî ya ku Îlona 2024an bi Koreya Başûr re hatibû îmzekirin, wan bi Fransayê re girêbesta kirîna gelek radaran jî îmze kiriye.

Beşek ji wan gihîştine Îraqê û beşa din jî dê sala bê bigihêje.

Piştî êrişa roja çarşemê ya li ser zeviya gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê, ku li gorî berpirsan bû sedema qutbûna ji sedî 80yê elektrîka Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Îraqê xwest ku destûrê bide sîstema parastinê bikire û binesaziya girîng biparêze.

"Divê Herêma Kurdistanê biparêze"

Li ser heman mijarê, Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Îraqê Qeys Mihemedawî ji Rûdawê re ragihand:

"Çeka parastina asmanî çekeke serwerî û girîng e; pêwîst e seranserê asmanê Îraqê û cihên girîng biparêze, çi li Herêma Kurdistanê be çi li navçeyên din ên Îraqê."

Mihemedawî got ku li Herêma Kurdistanê sazî û cihên girîng ên aborî, enerjî, balafirgeh û avahiyên fermî û ewlehiyê hene ku divê bên parastin wiha pê de çû:

"Lewma divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengî li gel hikûmeta federal, niha û di dema gihîştina sîstemên parastinê de jî, planan ji bo çawaniya parastina wan sazî û dezgehan deyne."

Ew sîstema parastina asmanî ya ku Îraq ji Koreya Başûr dikire navê wê "KM-SAM" e û wekî "M-SAM" jî tê naskirin.

Sîstemeke menzîl navîn e û radareke bihêz li ser hatiye bicihkirin ku di çêkirina wê de sûd ji teknolojiya S-400 a Rûsî hatiye wergirtin.

Şiyana wê heye ku armancên di dûrahiya 50 kîlometreyan de têk bibe.

Kirîna vê sîstemê di çarçoveya girêbesteke 2,8 milyar dolarî de ye li gel şîrketa "LIG Nex1" a Koreyî.

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabît Mihemed Ebasî Îlona îsal ji Rûdawê re ragihandibû:

"Destpêka sala bê koma yekem ku ji 8 sîsteman pêk tê, digihêje destê me."

Gelo sîstem dê Herêma Kurdistanê biparêze?

Fermandarê berê yê Hêzên Asmanî yên Îraqê Şehab Zengene ji Rûdawê re got:

"Li gorî şiyana sîstema Koreyî û wê nexşeya ku ji bo parastina asmanê Îraqê hatiye danîn, asmanê Herêma Kurdistanê jî bi wê sîstemê tê parastin."

Bi baweriya fermandarê berê yê Hêza Esmanî, eger beşek ji sîstemê li Mûsil û Kerkûkê were bicihkirin, "heta asteke zêde" asmanê Herêma Kurdistanê bigire nav xwe.

Lê belê wî amaje bi wê yekê jî kir ku "Çavê Îraqê zêdetir li beşa rojavayê welêt e, ji ber ku gelek caran ji wê derê ve asmanê Îraqê hatiye binpêkirin, bi taybetî di dema şerê Îsraîl û Îranê de."

“Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi sîstema parastina dijî dronan heye”

Lê belê du pisporên ewlehî û parastinê yên Amerîkî ji Rûdawê re ragihandibû ku pêdiviya Herêma Kurdistanê bi sîstema parastina dijî dronan heye, ne dijî mûşek û balafiran.

Pisporê ewlehiyê Ken Shockley got, êrişa li ser Kormorê, "bi îhtîmaleke gelekî mezin" bi rêya dronên biçûk yan navîn bûye.

Di dema beşdariya xwe ya di bultena Rûdawê de ku roja Înê Niwêner Fatîh pêşkêş kir, Shockley got:

"Ev ne dronên mezin û dûrmenzîl in. Menzîla wan sînordar e. Ev jî tê wateya wê yekê ku ew komên êriş kirine, nêzîkî cihê bûyerê bûne."

Shockley her wiha got, bikaranîna sîstema parastina mezin a mûşekî li dijî van dronan, "wekî ku tu bi guleyê topê li çivîkekê bidî."

Her wiha Berpirsê Berê yê Îstixbarata Amerîkayê Barry Donadio di heman bernameyê de ji Rûdawê re got, êrişa li ser Kormorê "şopa" wan komên çekdar pê ve ye ku berê bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Barry Donadio diyar kir ku Amerîka dikare heman cureyê sîstemên parastinê bide Herêma Kurdistanê, yên ku ji bo Ukraynayê şandine.

Lê belê Barry Donadio tekez kir ku îdareya Trump li ser erka xwe vî karî nake, belkî divê "hevbeşên herêmî û pîşesaziyên taybet" mesrefa wê bigirin stûyê xwe.

Piştî êrişa li ser Kormorê, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihandibû,

"Em amade ne piştgiriya hewlên parastina vê binesaziya girîng bikin û bi berdewamî tekezî li ser giringiya sepandina serweriya Îraqê dikin li hemberî hewlên têkdana wê, piştrastbûna ji wê yekê ku hemû çek, bi taybetî dron û mûşek û roket, dikevin bin kontrola dewletê."

Kurdistan Haberleri

Girtina Esmer Hemîdî, stranbêja Kurd a xelka Xurasanê ji aliyê hêzên ewlehî ve
Rapor diçe Bexdayê: Kê êrişî Kormorê kir?
Serokê PWKyê: Biryara çekdanînê ya PKKyê di berjewendiya gelê Kurd de ye
Peter Galbraith: Bêyî Kurdan hikûmet li Iraqê ava nabe
Cem Ozdemîr: Ez ji bo rêzgirtina li Kurdan bi Soranî û Kurmancî axivîm