Iraq êrîşên Tirkiye û PKKê şermezar dike

.

Di çarçoveya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî de hat ragihandin ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin. 

Di çarçoveya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî de bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hat ragihandin ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin û ev bandorê li ser prensîpên cîrantiyê yên navbera Iraq û Tirkiyê dike.

Hat ragihandin ku di civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî de, piştî xwendina raporta serkirdeyên meydanî yên parêzgeha Neynewa, daxwaz hat kirin ku rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û hemû binpêkirinên Tirkiyê yên ser axa Herêma Kurdistanê hatin redkirin, ku devera Şingalê bombebaran dike, herwiha êrîşên PKKê ku ji nav axa Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê tên kirin, hatiye şermezarkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku encûmen piştevaniya planên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dike ji bo birêvebirina hilbijartineke pak û azad, ku di 10ê Cotmeha îsal de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê were lidarxistin, hat xwestin ku ji aliyê ewlehiyê ve hewayeke aram were dabînkirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand