Iraq, daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dike êrîşa Amerîkayê şermizar bike

Komara Iraqê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî (NY) dike, êrîşa Amerîka li ser balefirgeha navdewletî ya Bexdayê şermezar bike.

Navenda Nûçeyan- Roja 03.01.2020ê ber bi sibehê ve, nêzîk balefirgeha navdewletî ya Bexdayê ji Fermandarê hêz Qudisê ya ser bi Sipaha Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî  û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Mihendis ji alîyê alîyê Amerîka ve hatibûn armanckirin.

Balyozê Iraqê li Netewên Yekgirtî Mihemed Behr El lom nameyek ji Encûmena Asayişa Navdewletî re rêkir û daxwaz jê kir, wê êrîşa Amerîka şermezar bike.

Di nameyê de hat gotin, ew êrîş li ser gel û Hikûmeta Iraqê destdirêjî ye û binpêkirina aşkere ya mercên mana artêşa Amerîka li Iraqê ye.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin