Iraq bo Balyozê Brîtanyayê: Li dijî bingehên dîplomatîk tevnegere

.

Wezareta Derve ya Iraqê bi awayekî fermî nerazîbûna xwe ya tund nîşanî Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq da, ji ber daxuyaniyên wî yên dawiyê di medyayê de. Herwesa Hikûmeta Iraqê ev daxuyanî li dijî bingehên dîplomatîk û wekî destwerdana di karûbarên navxweyî yên Iraqê de jî bi nav kir.

Di civînekê de ku îro (Yekşemê, 10ê Tebaxa 2025ê) li bingeha Wezareta Derve ya Iraqê hat lidarxistin, Wekîlê Wezaretê ji bo Karûbarên Dualî Balyoz Mihemed Hisên Behr El-Ulum nîgeraniya kûr a hikûmeta Iraqê ji Balyozê Brîtanayê li Iraqê Îrfan Sidîq re ragihand.

Wekîlê Wezaretê ji bo Karûbarên Dualî tekez jî kir, “Ev tevger bi bendên peymannameya Viyenayê ya peywendiyên dîplomatîk re nagunce. Ev peyman nûnerên dîplomatîk mecbûr dike ku rêzê li qanûn û rêziknameyên welatê mêvandar bigirin û ji destwerdana di karûbarên navxweyî de dûr bisekinin."

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Balyoz Îrfan Sidîq kir ku, "xwe ji her daxuyanî an çalakiyeke wesa dûr bike û bi awayekî ku piştgiriyê dide têkiliyên dostane yên di navbera her du welatan de tevbigere.

Li dawiyê Wezareta Derve tekez li ser pabendbûna bi têkiliyên dîplomatîk ên avaker û bicîhanîna bingehên rêzgirtina hevpar û destwernedana di karûbarên navxweyî yên welatan de kir.

Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq pêr (În, 8ê Tebaxa 2025ê) di hevpeyvîneke televîzyonê de tekez li ser helwesta welatê xwe ya li ser redkirina pirojeqanûna Heşda Şeibî kir û ragihand ku, di vî warî de piştgirîya helwesta Amerîkayê dike.

Îrfan Sidîq herwesa got, “Heşda Şeibî wekî bersivek li dijî DAIŞê hatibû damezrandin lê bi nemana DAIŞê re, erkê wê qediya û êdî pêdivîtiya Iraqê bi wê nemaye.”

Balyozê Brîtanyayê li Iraqê amaje jî da, “Hikûmeta Iraqê bi xwe daxwaza bidawîanîna erkê hevpeymaniya navneteweyî kiriye, bi hinceta ku Iraq êdî ji aliyê DAIŞê û terorê ve ne di bin gefê de ye, yanî eşkere ye ku erkê Heşda Şeibî jî di vî warî de qediyaye.”

Kurdistan Haberleri

Mistefa Hicrî: Derêxistina Mûsewiyan pêngavekî girîng û başe bi dijî terorîzma Komara Îslamî
Lavrov: Aştiya aram di navbera Erîvan û Bakuyê de girîng e
Rêveberiya Xweser heyetek şand Şamê
Peymana Azerbeycan û Ermenistanê dê ji Kurdan re çi bîne?
Neteweyên Yekbûyî: Lêkolîna li ser bûyera nexweşxaneya Siwêdayê berpirsyariya Şamê ye