Iraq 2 milyon doz vaksîna Koronayê ji Çînê dikirre

.

 Iraqê daxwaza du milyon doz vaksîna Koronayê ji Çînê kiriye û Çînê jî amadebûna xwe nîşan daye ku di meha bê de karwaneke din a vaksînê bişîne Bexdayê.

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî kirrîna du milyon doz vaksîna Sinopharm ji Çînê daxwaz kiriye, Çînê jî amadebûna xwe nîşan daye û ragihandiye ku di meha Nîsanê de karwaneke din a vaksînê bişînin Iraqê.

Ev daxwaz bi rêya pêwendiyeke telefonî ya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel hevtayê wî yê Çînî hatiye diyarkirin û herwiha di pêwediya telefonî de bihêzkirina pêwendiyên bazirganî yên navbera herdu welatan û rola kompaniyên Çînê li Iraqê hatiye axaftin.

Roja 2 Adara 2021, yekem karwana vaksînê ji Çînê gihîşe Iraqê ku 50 hezar doz bû, ji wê beşê, 5 hezar doz bo Herêma Kurdistanê hat şandin.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê